Kiliçdaroglu di mîtînga Samsunê de yelekê zirxî li xwe kir

.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li ser îdîayên suîqestê di mitînga li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê de yelekê zirxî li xwe kir û li ser dikê hejmarek zêde polîsên ku çekên lûle dirêj di destê wan de bûn hatibûn cîbicîkirin.

Piştî vekşîna berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Ince çend îdîa bûn rojeva siyaseta Tirkiyê û dibe beriya  hilbijartinên 14ê Gulanê provokasyon bên kirin.

Li gor zanyariyên rayedarên CHPê, tîmên berpirsên ewlekariya Kiliçdaroglu  ji ber “îstîxbarateke cidî”  hejmara parezvanan zêde kirine û Kiliçdaroglu roja Înê 12ê Gulana 2023an  di mitînga li Samsunê de yelekê zirxî li xwe kiriye.

Rojnamevan Mervan Yanardag 12ê Gulanê 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kiribû û gotibû: “Di demjimêreke dereng de be jî ez dixwazim mijarekê bi raya giştî re parve bikim ku dê ev bûyer bandoreke zêde li jiyana siyasî û civakî ya Tirkiyê bike. Ez ji çavkaniya xwe bawerim. Tê gotin grubek ji Gurcistanê ketiye nav Tirkiyê daku suîqestê li Kemal Kiliçdaroglu bikin. Divê îro li mitînga Samsunê hişyarî  hebe, tê gotin dibe li vê mitîngê suîqest bê kirin. Divê hemû kes hişar be.”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist