Kiliçdargolu: Payiza îsal li Tirkiyê hilbijartin tê kirin

.

 Serok mezintirîn partiya opozisyonê ya Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku ti şiyaneke desthilatê bi birêvebirina welat nemaye û dibêje payiza îsal hilbijartin tê kirin.

Serokê Partiya Komarî a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê de pêşhateyên dawî yên Tirkiyê dinirxîne û dibêje: “Êdî tiştek nemaye bi nave desthilatê. Tenê yek kes di hemû waran de pispor e, li ser hemû tiştekî diaxife û hemû biryar di destê wî de ne. Ew kes her bi xwe serok e, her bi xwe wezîr û rawêjkar e. Herwiha rêveberê dibistan û nexweşxaneyan ne jî.”

Kiliçdaroglu bal kişand ser hejmara bêkaran û  got “Desthilat tenê kar bo mana take kesekî dike. Ne girîng e çawa dibe, girîng ew e temenê kursiyê Erdogan dirêj bikin. Vêca bi pirsyarkirina ji xelkê be yan bilindkirina rêjeya bêkariyê be ku nêzîkî 11 milyon kes bêkar in. Nêzîkî 2 milyon kesên zanîngeh qedandine bêkar in. Beşeke wan a kêm li bazarên millî yên nav taxên hejar şînkahî û fêkî difroşin û ji sedî 64ê ciwanan dixwazin biçin derveyî welat bo dîtina derfeta kar û jiyaneke aram.”

Serokê CHPê di berdewamiya axavtina xwe de wiha dibêje: “Erdogan û desthilatî bûne bargiranî û divê desthilata wna di zûtirîn dem de bi dawî bibe. We piştrast dikim, temenê vê desthilatê nagihe 2023an. Payîza îsal bi neçarî hilbijartinê dikin, ji ber êdî xelk xwe li ber van hemû êş û janan nagire, dengê xelkê bilind bûye û desthilatê neçar dikin hilbijartinê bike.”


 

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest