Kifrî | Fermandeyekî Pêşmerge, kurekî xwe û birayekî xwe hatin kuştin  

.

Li bajarê Kifrî yê Herêma Kurdistanê, di encama şerekî de, fermandeyekî Pêşmerge, kurekî xwe û birayekî xwe hatin kuştin.

Li gor berpirsê berê yê polîs li bajarê Kifrî Rêbwar Qereblaxî daye zanîn, do li Kifrî li ser arîşeyeka civakî di navbera du malbatan de şer derket û di wî şerî de 3 kes hatin kuştin. Yek ji wan fermandeyekî Pêşmerge ye, yên din jî yek kurê wî fermandeyî ye û yê din jî birayê wî ye.

Çavkaniyekî din jî destnîşan kiriye, ew fermandeyê Pêşmerge yê ku hatiye kuştin, endamê YNKê bûye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin