Hêza Deryayî ya Cebel Tariq bi hevkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê dest bi ser keştiyekê de girtine, ku petrola Îranê ji bo Sûriyê vediguhest.
Li gor zanyariyên ku berpirsên hikûmeta Cebel Tariq belav kirine, navê keştiyê Grace 1 bûye û ala Panamayê li ser hatibû bilindkirin û hilgirê du milyon bermîlên petrolê ye.
Hêzên deryayî yên Cebel Tariq bi alîkariya hêzên taybet ên Brîtanyayê, îro pêncşemî 4ê Tîrmeha 2019an de bi dûriya 4 kîlometran ji sînorên Cebel Tariq, dest bi ser wê keştiya petrolê de girtine.
Berpirsên Cebel Tariq dibêjin, zanyarî gihîştine destê wan ku wê keştiyê ambargoyên Yekîtiya Ewropayê bo ser Sûriyê binpê kiriye.
Serokwezîrê Cebel Tariq, Fabian Picardo ragihandiye: “Sedem hene ku em bawer bikin Grace 1 petrola xav bo parzûngeha Baniyas a li Sûriyê vediguhest.”
Destdanîna wê keştiya veguhastina petrolê di demekê de ye, ku Amerîka ambargoyên giran li ser Îranê sepandiye û ew ambargo sektora petrola Îranê jî li xwe digrin.
Amerîka Haberleri
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene