Kesên xizmeta saxlemîyê bi zimanê xwe nastînin pirtir dimirin

Pisporê Saxlemîya Civakî, Dr. Tevfîk Bayram: Mirovên ku zimanê dayika wan ne Tirkî ye li gor ên din kêmtir xwe digihînin xizmetên tenduristîyê yên li Tirkîyê.

Navenda Nûçeyan- Pisporê Saxlemîya Civakî, Dr. Tevfîk Bayram: Mirovên ku zimanê dayika wan ne Tirkî ye li gor ên din kêmtir xwe digihînin xizmetên tenduristîyê yên li Tirkîyê.

Li gor nûçeya Ercan Dagî ya li malpera Kurdistan 24ê hatî weşandin: Diktor Tevfîk Bayramî li Şirnaxê lêkolînek kirîye û di kongreya navdewletî ya Tenduristîya Civakî de ku li Antalyayê bi rê ve çû xebata xwe ya akademîk pêşkêş kirîye.

Bayramî gotîye ji ber nebûna xizmeta bi zimanê Kurdî, Kurd kêmtir û derengtir diçin nexweşxaneyan û ev jî dibe sedema gelek nexweşîyên mezin.

Pisporê Tenduristîya Civakî Dr. Tevfîk Bayram dibêje:

“Di encama lêkolînê de dîyar bû ku ew mirovên ku zimanê dayika wan ne Tirkî li gor ên din kêmtir xwe digihînin xizmetên tenduristîyê yên li Tirkîyê. Zarokên xwe kêmtir derzî dikin, jinên ducanî bo kontrol û tedavîyê kêmtir diçin nexweşxaneyê. Ji ber vê zarok, jin ku zimanê dayika wan ne Tirkî, ji xizmetan bêpar dimînin û rêjaya mirina wan jî zêdetir e. Min xwest di vê lêkolîna xwe de vê pirsê nîşan bidim: Mirovek Kurd ku Tirkî nizane dema li mala xwe nexweş bikeve heta digihîje nexweşxaneyê û piştî vedigere mala xwe çi zehmetî dikêşîne.”

“Me dît ku ew kesên Tirkî nizanin yan jî hindik dizanin bi hêsanî nikarin xwe bigihînin diktoran, nikarin li ambûlansê bigerin, nikarin randevûyekê bixwazin. Ji bo vê tim ji mirovên xwe alîkarîyê dixwazin û dema ew li gel xizmên xwe diçin cem diktorek, gotûbêjek sêalî çêdibe û gelek zanyarî yekser nayên veguhestin. Yên nexweş carna yekser pirsan nikare bike çimkî carna şerm dike hin tiştan vedişêre.”

Çavkanî: Bianet

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir