“Kesê li Lîbyayê hatîye girtin, dûr û nêzîk pêwendîya PDK û Leşkerê Roj pê re nîne”

Jêderekî ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ronîkirinek derbarê kesê li Lîbyayê hatîye desteserkirin de belav kir

 

Navenda Nûçeyan - Jêderekî ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ronîkirinek derbarê kesê li Lîbyayê hatîye desteserkirin de belav kir û ragihand, ew kes ne dûr û ne nêzîk pêwendîya wî bi PDK û Leşkerê Roj re nîne. Rastîyan ji her alîyekî re aşkere dibin û wek her dem jî rûreşî ji çavpoşan re dimîne.

Di ronîkirina wî jêderê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê de hatîye: Derbarê girtina kesekî çete li Lîbyayê de, ku berî çend rojan hejmarek ji malper û medyaya Kurdî di hilmeteke nerewa de ji bo lekedarkirina PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman bikar tînin.

Ew jêder tekez dike: Ew kesê li Lîbyayê hatîye girtin û bi awayekî gûmanî nasnamya jê re hatîye çêkirin, dûr û nêzîk pêwendîya PDK û Leşkerê Roj ê Qehreman pê re nîne û ew ti carî û ji bo yek xulekê jî nebûye Pêşmerge.

Herwiha dibêje: Ew şer û nakokîyên ji li Lîbayê rû didin, ji encama milmilaneya navdewletî ye û ti pêwendîya wê bi armanc û sîyasetên PDKê ve nîne. Şerm e ku ji bo lekedarkirina navê Pêşmerge û PDK tiştek bê kirin ku ji bingeh ve ti pêwendîya Kurd ve nîne. Ew nîşana îflasa sîyasî, exlaqî û bîrewerî ye.

Amaje bi wê jî da, Heger propagandeyên derbarê wî kesî de rast bana û ew Pêşmerge ba (ku ti bingeheke wê nîne) ew hemû alî baş dizanin ku dîroka şoreşên Kurd rû daye ku kesek ji nava şoreşê bûne, lê nepakî kirine û ji rêza şoreş û Pêşmerge çûna nava rêzên dijmin.

Ew jêderê ji Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê tekez dike: Leşkerê Roj ê Qehreman bi dehan şehîd di şerê li dijî teroristan de dane. Bi qehremanane berevanî li xaka Kurdistanê kirine. Dema qehremanên Leşkerê Roj di şerê têkşikandina dijmin li Pirdê û Sihêla beşdar bûn, xelkekî din xak difirotin û çeteyên dijminan bûn.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist