KERKÛK - Kurd li dijî girtina rêyên bajêr rabûn ser pêyan

.

Kurd li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanekê li dar dixin.

Di xwepêşandana Kurdan a Kerkûkê de artêşa Iraqê berê çekên xwe da xwepêşanderên Kurd û gule reşandin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku di nava xwepêşanderan de çend birîndar hene.

Rêyên nav bajarê Kerkûkê ji aliyê alîgirên Heşdî Şeibî ve ev çend roj in hatine girtin.

Alîgirên Heşdî Şeibiyê çend roj in çend rêyên nav bajarê Kerkûkê girtine.

Alîgirên Heşdî Şeibiyê yên ku ji Ereb û Tirkmenan pêk tên li dijî vegera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne.

Xwepêşanderên alîgirên Heşdî Şeibiyê diyar kirin ku heta biryara vegera PDKyê neyê hilweşandin, ew dest ji xwepêşandanan bernadin.

Li aliyê din, Kurdan jî li Kerkûkê li dijî girtina rêyan dest bi xwepêşandanan kir.

Xwepêşanderên Kurd ên ku ji Rûdawê re axivîn, ragihandin ku girtina rêyan a ji aliyê alîgirên Heşdî Şeibiyê ve bûye sedema rawestana karê wan.

Xwepêşanderekî din ê Kurd got: “Em hatine derve ku li vî bajarî mafê Kurdan were dayîn.”

Xwepêşanderên Kurd û alîgirên Heşdî Şeibiyê yên ku ji Ereb û Tirkmenan pêk tên di nava bajarê Kerkûkê de gelekî nêzîkî hev bûne.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin