Kerkûk- Hejmara kursiyên kurdan hat aşkerekirin

.

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kerkûkê Elî Beyatî ji K24ê re ragihand, rêjeya beşdariya welatiyan di proseya dengdanê de %39.4 bûye.

Elî Beyatî diyar kir, piştî çend xulekên din encamên destpêkê li Kerkûkê dê bi riya Bexdayê re ji hemû Iraqê re werin belavkirin.

Herwiha Elî Beyatî destnîşan kir jî, her çend e hejmarek ji giliyan hatine tomarkirin, lê piştî ragihandina encamên destpêkê, dê kar li wan giliyan werin kirin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê peyamnêrê K24ê, li bazneya Yek a Kerkûkê, egereke mezin heye berbijêre ereb Eymen Hemedanî bi ser bikeve.

Her li gor zanyariyên destpêkê, li Kerkûkê Kurdan 6 kursî bi dest xistine û eger heye kursiya heftem jî bi dest bixe. Ereban 3 – 4 kursî û tirkmenan 2 kursî bi dest xistine.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn