Kerîm Qemer: Şamê em ji bo civînên Parîsê agahdar nekirine

.

 Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer da zanîn ku hikûmeta Şamê ew ji “betalbûna” civînên Parîsê agahdar nekirine.

Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê yê Kar û Barên Amerîkayê Quteybe Îdlibî ji Rûdawê re ragihand ku Şam û Rêveberiya Xweser li Parîsê li hev nacivin û civînên wan dê li Şam û Rojavayê Kurdistanê bidomim.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer bû mêhvanê Bultena Rojava û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Kerîm Qemer diyar kir ku “Di navbera gotin û karên desthilata demkî ya Şamê de cudahî heye” û hikûmeta demkî ya Şamê ew ji “nemana civînên Parîsê” agahdar nekirine.

“Rê li ber şer hatiye girtin”

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê diyar kir HSD û Rêveberiya Xweser ji roja destpêkê ve xwe amade dikin da ku çareserî bibe şêwaza bingehîn û dawî ya nehiştina nakokiyên wan û Şamê û li pey çû:

“Di vê meseleyê de tiştê erênî ew e ku heta niha şer çênebûye û rê li ber şer hatiye girtin, ev jî wekî prensîb baş e.

Fransa û Rêveberiya Xweser bi şêwazekî resmî nehatine agahdarkirin ku dê civînên Parîsê neyên kirin.

Gotinên Serokê Hikûmeta Demkî (Ehmed Şer) baş in lê divê em kar bibînin.”

“Sûriye bûye lîstikgehek”

Kerîm Qemer eşkere kir ku dan û standinên Şam û Rêveberiya Xweser heta weke vê kêlîkê negihiştine xaleke stratejîk û li pey çû:

“Wekî prensîb divê astengiyên mezin nebûya lê belê Sûriye bûye lîstikgehek ku hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin.”

Medyaya nêzîkî hikûmeta Şamê îdia kiribû ku li Dêrezorê di navbera HSD û hêzên hikûmeta Şamê de pevçûn rû didin.

Rewşa Dêrezorê

Kerîm Qemer diyar kir ku ev angaşt ne rast û biland:

“Hinekan dixwest li Dêrezorê tevlîheviyek çêbibe, pevçûnek çêbû lê ew çareser bû.

Çend kesên ji hêzên Rêveberiya Xweser desteser kirin lê ew jî vegeriyan.”

Wî daxuyand ku projeya Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyan dihebîne û “Têkiliyan Kurdan û Durziyan baş û xurt in.”

“Roj nîne ku kes neyên kuştin”

Kerîm Qemer anî zimên ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nikare baweriyê bide gelê xwe û ev jî cihê mixabiniyê ye û li pey çû:

“Li Sûriyeyê bawerî nemaye, vê desthilata demkî bawerî ava nekiriye.

Ji bo ku pêkhate baweriyê bi vê desthilatê bînin demeke dirêj pêwîst e û kiryarên wan berevajî avakirina baweriyê ne.

Roj nîne ku kes neyên kuştin, roj nîne ku kes neyên windakirin û ji ber netewe yan ola xwe mafên wan neyên binpêkirin.

Ev nahêle ku Sûriyeyî bibin yek û bawerî bi vê sîstemê çêbibe.”

Siyaset Haberleri

"Em ê bi awayekî çalak beşdarî hikûmeta nû bibin"
Ji bo Komîteya Amadekar ya pîrozbahîya 80ê salîya PDK-Iê
Şelal Gedo: Divê Pirsa Kurd ji pirsa HSDê cuda bê dîtin, gotara Tirkiyeyê jî guheriye
Di peymana hevkariya leşkerî ya Tirkiye û Sûriyeyê de çi heye?
Li Deryaya Egeyê zêdetirî 90 koçberên Kurd hatin rizgarkirin