Keçeke Kurd ji aliyê Pentagonê ve hat xelatki

Şêwirmenda pilebilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Tanya Mehmûd ji aliyê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ve hat xelatkirin û xelata rêzgirtinê wergirt.

 

Şêwirmenda pilebilind a Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Tanya Mehmûd ji aliyê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ve hat xelatkirin û xelata rêzgirtinê wergirt. Tanya Mehmûd dibêje, “weke keseke sivîl di nav refên Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hatim xelatkirin û xelat jî xelata şarezayiya di warê dijî terorê de ye.”

Ew keça Kurd derbarê xelatkirina xwe ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve, daxuyanî da Rûdawê û got: “Wê xelatê didin wan kesan ku roleke taybet digêrin di plandanînê, şêwirê û karkirina di hemû wan bernameyan de ku têkildarî dijî terorê ne.”

Tanya xelka Silêmaniyê ye û niha li Amerîkayê dijî, derbarê hestê xwe piştî wergirtina wê xelatê, Tanya ji Rûdawê re got, “tekez ez keyfxweşim, min çend xelatên din jî wergirtine, lê ev xelat yek ji wan xelatên taybet e ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hevpeymaniya Navdewletî hatine pêşkêşkirin.”

Ew keça Kurd ji sala 2004 ve li gel Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Pentagonê kar dike û dema 4 salan e jî weke şêwirmenda mezin li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dixebite.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene