Keçeke Kurd dibe endama Parlamentoya Îslendê

.

Lenya Rûn Taha Kerîm 22 salî ye û ciwantirîn endama Parlamentoya  Îslenda ye.

Keçeke kurd ya 22 salî weke yekem jina kurd bû endama Parlamentoya Îzlandayê û roja 27/12/2021ê sûnda yasayî xwar.

Lenya Rûn Taha Kerîm a 22 salî rêza sêyemîn di lîsteya Partiya Pirate ya herêma bakurê Reykjavika Paytxet de cih girtibû.

Lenya Rûn Taha Kerîm ji dê û bavekî kurd e û li bajarokê Kopavogur a Îzlandayê ji dayik bûye û niha wek ciwantirîn endama Parlamentoya wî welatî ye.

Lenya ji K24ê re got: “Li Parlamentoyê ez ê ronahiyê bixim ser sîstema dadweriyê û dixwazim guhartinan di wê yasayên girêdayî bi pirsa destdirêjahiya seksî de bikim, ji bo ku qurbaniyên destdirêjahiyê seksî hest bi selmetiyê bikin.”

Diya Lenya di 1996an de û bavê wê di 1993an de çûbûn Îzlandayê. Malbat Lenyayê di sala 2013 vegeriyabû Herêma Kurdistanê, lê piştî 3 salan careke din çû  Îslendzyê.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin