Keça Kurd li Almanyayê ‘Xelata Zanyara Ciwan a Salê’ wergirt

.

Xwendekara Kurd Esra Al a ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî,  ‘Xelata Zanyarê/a Ciwan a Salê’ ya Komeleya Psîkofîzyolojiyê wergirt.

Keça Kurd Esra Al ji Beşa Genetîk û Biyolojiya Molekûler a Zanîngeha Bilkentê bi yekemînî der çûye.

Xwendekara Kurd ku niha li Enstîtuya Max Planck a Zanista Mêjî û Mirovên Kongnîtîf xebatên xwe berdewam dike û ji bo doktoraya  beşa norolojî li Dibistana Mêjî û Zihnê ya Berlînê namzed e.

Esra Al ligel hempîşeyên xwe du mekanîzma diyar kirin ku qelbê mirov çawa bandorê li ser mêjî û têgihiştinê dike.

Hat zanîn ku Esra Al li ser vê xebata xwe Xelata Zanyara Ciwan a 2020an li Almanyayê wergirt ku ew xelat her sal ji aliyê Komeleya Psîkofîzyolojiyê ya Alman ve tê dayîn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin