Kazimî: Heta niha pêwîstîya Iraqê bi hevkarîyên Amerîka heye

Serokwezîrê Iraqê tekezîyê li ser rola girîng a hêzên Amerîkî li dijî gefên DAIŞê dike û radigihîne, heta niha pêwîstîya Iraqê bi hevkarîyên Amerîka heye.

Di hevdîtinekê bi ajansa “Associated Press” re, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî tekezî li ser rola girîng a hêzên Amerîka li dijî gefên DAIŞê kir û ragihand, heta niha pêwîstîya Iraqê bi hevkarîya Amerîka heye, ji bo rûbirûyî metirsîyên DAIŞê bibe.

Kazimî got: Di rûbirûbûna terorê de, her dem pêwîstîya me bi hevkarî û hevahengîya heye, heger çi biawayekî rasterast yê serbazî nebe, lê di warê rahênan û şandina çekan de pêwîstîya me bi hevkarîyê heye.

Gereke nû ya gotûbêjên stratejîk di navbera Washington û Bexdayê de destpê dike, Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî îro ber bi Amerîka bi rê dikeve û her yek ji Wezîrê Berevanîyê, Wezîrê Derve, Wezîrê Koç û Koçberan û Wezîrê Kehrebê di şanda wî de dibin.

Sibe 19ê Tebaxê hevdîtin û civînên Kazimî bi berpirsên Amerîka re destpê dike û di yekem westgeh de jî bi berpirsên Wezareta Derve re dicive. Kazimî roja 20ê Tebaxê bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

Berî serdana Kazimî, duhî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel hejmarek ji şêwirmendan gihîşt Washingtonê paytexta Amerîka û biryar e beşdarî gereke nû ya guftûgoyên stratejî yên di navbera Amerîka û bibe.  

K24

Siyaset Haberleri

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn
Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn
Cezayê Demîrtaş diyar bû
Doza Kobaniyê dest pêkir