Kazimî biryara azadkirina hemû desteserkiriyên Kerkûkê da

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar da ku tevahiya gencên Kurdên ên di nava hersê rojên dawiyê de li Kerkûkê hatine desteserkirin serbest bêne berdan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 13ê Cotmeha 2021ê derbarê rewşa Kerkûkê û girtina zêdetir ji 100 gencên Kurd li wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê de pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiya telefonî de, Barzanî û Kazimî gotûbêj derbarê rewşa kerkûk kirin û amaje bi wê yekê dane ku piştî serkeftina proseya hilbijartinê, hewla têkdana aramiyê ji aliyê hin kesan ve hat dayîn ku armanca wan reşkirina serkeftina proseya hilbijartinan bûye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku nabe rê bi ti kes û aliyekî were dayîn alozî û tevliheviyê derbixînin û ziyanê bigihînin mal xelkê û avahiyên giştî.

Barzanî û Kazimî herwiha tekez kirin ku pêwîst e di zûtirîn dem de, ev rewşa ewlehiyê ya nexwastî li Kerkûkê bi dawî were û pirs bêne çareserkirin.

Her di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê biryar da hemû desteserkiriyên Kerkûkê werin azadkirin.

Di nava sê rojên dawî de bi dehan ciwanên Kurd li Kerkûkê hatin girtin û îşkencekirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn