Kasirga: Êrîşa Tirkî kurd mecbûrî gav paşdeavêtinên eskerî kirine

"Êrîşa Tirkî ya ser Rojavayê Kurdistanê Kurd mecbûrî gav paşdeavêtinên eskerî kirine. Lê di warê dîplomasîyê de derîyên nû ji kurdan re vedibin û ev yek li Swêd jî tê ditin."

Navenda Nûçeyan- Ji roja ku Tirkî êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirîye ve liv û çalakîyên kurdên Ewrûpa nesekinîne.

Serokê Tirkîyê Erdogan gefên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî dubare dike û neyta xwe ya dagirkirina herêmê û valakirina wê ji kurdan bi tu awayî naveşêre.

Berpirsên kurd jî bang li gel dikin da çalakîyên xwe dewam bikin û dîyar dikin ku ev piştgirî dibe beşekî girîng ê berxwedanê.

Bi vê amancê sibê jî li seranserê cîhanê çalakî têne lidarxistin. Tê çaverêkirin ku di xwepêşandana Stockholmê de çendîn sîyasetvanên swêdî jî beşdar bibin û daxuyanîyan bidin.

Parlamenterê Sosyaldemokrat Kadir Kasirga dibêje êrîşa Tirkî ya ser Rojavayê Kurdistanê kurd mecbûrî gav paşdeavêtinên eskerî kirine. Lê di warê dîplomasiyê de derîyên nû ji kurdan re vedike û ev yek li Swêd jî tê dîtin.

Ji bo hepveyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

 

Çavkanî: Sveriges Radio

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist