Karwana yekem a hecîyên Kurdistanê diçe Mekkeyê

Hecîyên Kurd ji ber ku dereng mane, divê her li Kurdistanê îhramê li xwe bikin.


Heciyên Kurd ji ber ku dereng mane, divê her li Kurdistanê îhramê li xwe bikin.
Sibe yekemîn karwana heciyên Kurdistanê ji Medînê ve diçin Mekkeyê. 

1974 kesên ku diçin hecê divê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê Îhramê lixwe kin.
 
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarê Ayînî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku heta niha hezar û 793 kes ji balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê çûne Medînê.
 
Hinek balafir, ji ber xişteya hêla asmanî ya Iraqê, li şûna Medîneyê li bajarê Ceddeyê datînin.
 
Hejmara wan kesên ku bi riya Ceddeyê diçin, hezar û 974 kes in û divê li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê Îhramê lixwe bikin.
 
Herwiha, sibe yekemîn karwanê heciyan jî ji Medînê ve berê xwe didin Mekkeyê ku hejmara wan jî 564 kes in.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?