Karê dîplomasîyê ya heyeta PAK û PSK ê yê li Danîmarka yê îro jî berdewam bû!

Herdû heyet li ser şopandina dozê û rêze karen pratîkê guftûgo kirin. Û ji bo pêkanîna hinekî karên pêwist biryar hatin girtinê.

Navenda Nûçeyan- Îro 26.11.2019 heyeta PAK û PSK ku ji Mîrza Akar, Serhat Amedî û Yilmaz Yildiz pêkhatibû li parlamentoya Danîmarka yê bi parlamenterên Partîya Sosyalîst ya Gel-SFê ku ji parlamenter Helîme Oguz, Charlote Broman Molbek, cîgirê seroka giştî Serdal Benlî pêkhatibûn re, bi taybetî di derbarê doza girtina herdû partîyên PAK û PSK yê û bi giştî rewşa Kurdistanê hevdîtinekî têr û tijî pêk anîn.

Di hevdîtinê de heyeta PSK û PAKê agahdarîyên berfireh yên di derbarê doza girtina partîyên xwe ku ji alîyê dewleta Tirkîyê ve li hember wan hatîye vekirinê û bi giştî di derbarê rewşa ku Kurdistan tê de ye dan heyeta SFê û paşinê guhdarîya wana kirin.

Herdû heyet li ser şopandina dozê û rêze karen pratîkê guftûgo kirin. Û ji bo pêkanîna hinekî karên pêwist biryar hatin girtinê.

Bi pêşwazîyekî germ û bihevre kêşana wêneyan civîn qedîya.

Rûpelanû/Danîmarka  

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist