Kampanyaya Nûbiharê: 25 hezar xwendekar û 25 hezar kitêb

.

Weşanên Nûbiharê kampanyaya berhevkirina kitêban daye destpêkirin bo wan xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine.

Di çarçoveya kampanyayê da bi tenê kitêba Mikaêlê Reşîd ya bi navê Pişîka Min dê ji bo xwendekaran bê berhevkirin û şandin.

Li gorî metna ragihandinê texmînî 25 hezar xwendekaran dersa kurdî hilbijartîye. Armanca kampanyayê ew e ku ev xwendakarên dersa kurdî hilbijartine bibin xwedan kitêb. Ji ber vê yekê jî kampanya bi navê ’25 hezar xwendekar û 25 hezar’ kitêb dest pê kirîye.

Wan li ser hesabên xwe yên medayaya civakî ragihandîye ku ev kapmanya dê heta 21ê Adarê Newrozê berdewam bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist