Kampa Holê – 2 hezar malbatên Îraqî hatin vegerandin

.

 Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê da zanîn ku 2 hezar malbatên din ên Îraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas ji Tora Medyayî ya Îraqê re da zanîn:

“Heta niha bi 14 karwanan nêzîkî du hezar malbatên Îraqî hatine vegerandin.

Hejmara giştî ya vegerandiyan bûye 8 hezar, dê pêvajoya vegerandinê bidome.”

Li hêla din, heftaya borî jî 159 malbat ji Kampa Holê vegerandibûn Îraqê.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê kesên ku ji Kampa Holê tên vegerandin li Kampa Cideyê bi cih dike da ku entegreyî civakê bibin.

Kampa Holê

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Piraniya kesên ku li vê kampê dimînin ji Sûriye û Îraqê ne lê li kampê welatiyên gelek welatên din jî hene ku berê tevî DAIŞê bûne.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî gotibû, “Li Kampa Holê 20 hezar Îraqî hene ku temenê wan ji 18 salan biçûktir e.”

Qasim Erecî destnîşan kiribû ku heta niha 7 hezar û 556 Îraqî hatine vegerandin û hezar 230 kes ji wan şandine malên wan.

Kampa Holê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Qasim Erecî gotibû, “HSD derveyî kampê kontrol dike, nava kampê di kontrola DAIŞê de ye.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest