Kabîneya Ewlehiyê daxwaza Netanyahu ya ‘kontrolkirina tevahiya Xezeyê’ qebûl kir

.

 Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê daxwaza Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ji bo kontrolkirina tevahiya Xezeyê qebûl kir.

Medyaya Îsraîlê jî da zanîn ku artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku ji hemû aliyan ve bikeve nava Xezeyê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna kabîneya ewlehiyê de ragihand ku ew dixwaze tevahiya Xezeyê kontrol bike lê “naxwaze di destê xwe de bihêle”.

Hemasê jî bertek nîşan da û diyar kir ku Netanyahu hewl dide xizmeta berjewendiyên xwe yên şexsî bike û dê dîlan bike “qurban”.

Hîn encama civîna kabîneya ewlehiyê ya ku şeva borî li Orşelîmê dest pê kir û heta berbangê berdewam kir ne diyar e lê tê gotin ku li gorî plana Netanyahu, dê di destpêkê de girîngî li ser bajarê Xezeyê be û milyonek niştecihên wê dê ber bi başûr ve werin veguhastin.

Di heman demê de, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, dibe ku ev gav bibe sedema “encamên karesatbar” û malbatên dîlan jî ditirsin ku ev gav jiyana xizmên wan bixe xeterê.

Lê medyaya Îsraîlê radigihîne ku li gorî nêrîna Netanyahu, piştî têkçûna dan û standinên agirbestê, ev yekane rêya tunekirina Hemasê û azadkirina dîlan e.

Hemasê bangî welatên Erebî û Îslamî û civaka navneteweyî kir ku “plana kontrolkirina leşkerî ya tevahiya Xezeyê” şermezar û red bikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist