Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Weqfa Mezopotamyayê ji bo amadekirina “Ferhenga Têgehên Aborî yên Kurdî” peymanek îmze kir.
Peyman ji aliyê Endamê Komîteya Birêvebir ê DTSOyê yê Berpirsê Xebatên Ziman û Çandê Faruk Korkmaz û Serokê Desteya Birêvebir a Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil ve hat îmzekirin.
Ferheng dê bi 5 zimanan; bi Kurdî, Tirkî, Farisî, Erebî û Îngilîzî were amadekirin.
Dê 5 hezar têgehan bihewîne
Ferheng dê ji aliyê akademîsyen û pisporên zimanê Kurdî ve were amadekirin.
Di ferhengê de dê di warên aborî, darayî, berhemanîn, veberhênan, bazirganî, hawirde û hinartinê de nêzîkî 5 hezar têgeh cih bigirin.
Berpirsê Xebatên Ziman û Çandê yê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Faruk Korkmaz ragihand ku armanca wan di warê aboriyê de bihêzkirina zimanê Kurdî ye.
"Em ê mîrateke mayînde ji bo paşerojê bihêlin"
Faruk Korkmaz li ser girîngiya projeyê wiha axivî:
“Zimanê Kurdî xwedî mîrateke dîrokî û çandî ya gelekî xurt e. Em dixwazin vê mîratê bi têgehên jiyana aborî ya îroyîn zêdetir dewlemend bikin.
Em dê bi akademîsyen û pisporên ziman re lêkolînê li ser nêzîkî 5 hezar têgehan bikin ku di warên darayî, veberhênan, hilberîn, karsazî, bazirganiya derve, hinartin û pîşesaziyê de tên bikaranîn.
Bi vî awayî em dê binesaziya termînolojîk a Kurdî di warê aboriyê de xurt bikin, bikaranîna wê ya hevpar berfireh bikin û mîrateke mayînde ji bo nifşên paşerojê bihêlin."