Josep Borrell: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a aramiya navçeyê ye

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell civiyan û di wê hevdîtinê de Borrell got ku “Herêma Kurdistanê faktoreke girîng aramiya navçeyê ye.”

Nûnerê Bilind yê Yekîtiya Awrûpayê û hem ji pêwendiyên karên derve û Siyaseta Ewlehiyê Berpirs Josef Borrell bi heyeta xwe ve îro li Hewlêrê ji aliyê rêvebirên Herêma Kurdistanê de hat pêşwazîkirin. Borrell, bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî derket ber çapemeniyê û di axaftina xwe de weha got:

“NATO plan dike ku li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê baregehekî 2 yem ava bike. Leşkerên şêwirmend yên Awrûpayê wê xebata xwe ya li Herêma Kurdistanê dewam bikin. Herêma Kurdistanê di îstîqrara herêmê de xwediyê rolekî girînge, em ê bi têkiliyên baş yên navbera Hewlêrê û Bexdayê kêfxweş bibin û em ê hewl bidin da wan têkiliyan xwurttir bikin.

Yekîtiya Awrûpayê bi biryare ku li hemberê IŞİD ê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê destek bike û em dizanin ku hêj rêxistin neqediyaye.”

Borrell do li Bexdayê bi wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn re hevdîtin kiribû.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn