Johnson: NATO Çînê weke dijminê xwe nabîne  

.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro roja duşemê 14.06.2021 dîyar kir ku rêberên NATOyê Çînê wek dijmina xwe nabînin.

Herwiha got ku ew bi heman awayî ku Rûsyayê wek neyar dibînin, li Çînê nanêrin lê pêdîvî ye ku ew li ser bandora Çînê, ku bi berdewamî xurttir dibe, li hev bikin.

Johnson îro di hilcivîna NATOyê ya li Brukselê di derbarê Çînê de bi rojnamevanan re axifî.

"Çîn di jîyana me de rastîyeke girîng e û jibo NATO'yê mijarake nirxandina stratejîk ya nû ye. Ez bawer nakim ku îro kesekî li dora maseyê dixwaze bi Çînê re bikeve Şerekî Sar ya nû."

Johnson bi berdewamî got ku endamên NATO'yê astengîyên pêşîya xwe dibînin, lê ew derfetan jî dibînin. Johnson got: "Û ez difikirim ku ya ku divê em bikin ev e ku em bi hev re bikin.”

Rêberên NATO'yê amadekarîyê dikin ku nêrînên xwe ya ser Çînê û di derbarê bandora wê û pirsgirêkên ewlehîyên daxuyanîyekê ragihînin.

Siyaset Haberleri

Şertê Artêşa Îraqê ji bo cotkaran: Pêşî li 'zêdegaviyê' mukir werin, paşê garis biçinin
Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin