John Bolton: Divê Tirkiye ji NATO bê derxistin

.

Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton, ji rojnameyeke Swêdî re axivî û got ku "Divê Tirkiye ji NATOyê were derxistin."

Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên di derbarê Finlandiyayê de ku gotibû “Em dikarin peyameke cuda bidin. Dema ku em di derbarê Finlandiyayê de peyameke cuda bidin, dê Swêd matmayî bibe.” di çapemeniya Swêdê de deng veda.

Rojnameya Expressen a Swêdê, di nûçeya xwe ya bi navê "Dibe ku Tirkiye serlêdana Finlandiyayê NATOyê erê bike”de cih da gotinên Erdogan. Rojnameyê, nûçeyeke bi sernavê "Şêwirmendê berê yê Trump John Bolton: Divê Tirkiye ji NATO'yê bê derxistin" weşand.

John Bolton, di gotara xwe ya ku di rojnameya The Wall Street Journalê de hat weşandin de got ku

“Heger Rojava alîkariya opozîsyona Tirkiyeyê bike, Erdogan dikare were sekinandin. Heger li hember Erdogan li ber xwe nedin, dê rewş xirabtir bibe. "

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist