Joe Biden: Terora spiyên nijadperest ji bo Amerîka ji ya DAIŞ û Qaîdeyê xerabtir e!

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Taxa Greenwood ya Tulsa ya eyaleta Oklohamayê, bi kesûkarên reşikên bi hestên nijadperestî sed sal berê ji aliyê çermespiyan ve hatine komkujkirin re civîya.

Biden bi sê kesên dema komkujîyê li wir bûn; Viola Fletcher, Hughes Van Ellis û Lessie Benningfield Randlre hevdîtin kir. Serokê Amerîka herwiha li Tulsa sedana muzeyeke komkujîyê jî kir.

Joe Biden di çalakîya salvegera 100an ya komkujîyê de qurbaniyên komkujiyê bibîr anî û got, “Tiştên li vir qewimîne di dîrokê de demeke dirêj bi awayekî bêdeng hatin gotin. Ew ne serhildanek bû. Ew komkujîyek bû û yek ji yên herî xirab yên dîrokê bû.”

Biden herwiha destnîşan kir ku hin neheqî ji ber giranîya wan tevî hemû helwestan jî nikarin bên veşartin û got, bûyerên Greenwoodê, komên ku 4 sal berê li Virginia bo serdestîya spîyan çalakî li dar xistine û êrîşên dijî Kongesê dişibin hevdu.

Serokê Amerîka dîyar kir ku nijadperestên spî ji bo Amerîka ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El-Qaîdê xirabtir in.

Biden roja Duşemê jî bang li Amerîkîyan kiribû ku dijî nijadperestîya sîstematîk bi awayekî berfireh têkoşînê bikin.

Amerîka Haberleri

Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne