Joe Biden roja Sêşemê beşek ji rêveberiya xwe eşkere dike

.

Medya Amerîkî ragihand ku serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, roja sêşemê beşek ji kabîneya xwe ya rêveberiya nû ya Amerîkayê eşkere dike.

Li gorî zanyariyên medya amerîkî wê Joe Biden ji bo wezareta derve Antony Blinken destnîşan bike û Jake Sullivan jî bike şêwirmendê ewlehiya netewî yê serokê Amerîkayê.

Her çiqas heta niha Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump encamên hilbijartinan û serkeftina Joe Biden red dike jî tevahiya raya giştî ya Amerîkayê û heta partiya komarî jî serkeftina Joe Biden qebûl dike.

Tê çaverêkirin serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden 20ê Çileya 2021an sond bixwe erka seroktiyê bigre ser xwe.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî Biden di rêveberiya xwe de, gelek kesayetên xwedî ezmûn kirine namzet ku biryar e roja sêşemê beşek ji wan ji raya giştî re eşkere bike.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene