Jineke êzidî bi 2 keçên pê re piştî 10 salan ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

.

Jineke êzidî bi 2 keçên pê re, ya ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, ji Kampa Holê hat rizgarkirin.

Nûçegihanê Kanal8ê Ziyab Xenim da zanîn, jineke din a êzidî bi 2 keçên pê re, ku nêzî 10 sal berê ji aliyê rêkxistina DAIŞê ve hatibû revandin, ji Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hat rizgarkirin.

Ezîze Xalid Elî 10 sal berê, Tîrmeha 2014’an di êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê hat revandin. Roja 3’ê Hezîranê di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi keça xwe û keçek din ve hat rizgarkirin.

Asayişê da zanîn, keça din (Xunav Nayêf Xidir) di nav DAIŞê de ji dayika xwe hatiye dûrxistin û pêr bi Ezîzeyê re hatiye rizgarkirin.

Tevahiya daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn:

Hêzên me yên dijî tawanan der barê jineke revandî ya êzidî li beşa çaremîn a kampa Holê agahiyên teqez bi dest xistin, hêzên me lêkolîn û xebatên şopandina pêwîst kirin û mudahemeya cihê revandina wê kirin, Hêzên dijî tawanan roja Duşemê 3’iyê Hezîranê, jina revandî ya êzîdî bi navê Ezîze Xalid Elî û du zarokên pê re ku yek ji wan keça wê ye, rizgar kirin.

Her wiha hêzên me keça duyemîn a deh salî bi navê “Xunav Nayêf Xidir” nas kirin, ku çend mehî bû dema ew û diya wê hatin revandin û ji hev hatin dûrxistin, ku di êrîşa hovane ya DAIŞê li ser Şingalê di Tebaxa 2014an de zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî hatin revandin.

Hêzên me bi malbatên her du kesên revandî re têkilî kirin û bi rêya Nivîsgeha Têkilî û hevrêziyê re hêzên me wê herduyan radestî mala Êzidiyan bikin ji bo ku wan bigihînin malbetên wan

Channel8

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin