Jîna Pêşenga jînê, Hêlîna Raperînê

.

Roja 24.09.2022an bo piştevanîkirin li raperîna xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî û xelkê Îranê bi giştî û herwiha bo îdanekirina xwîna bi neheq riştî ya Jîna Emînî, Navenda Hevkariya Partiyên Siyasiyên Kurdistana Iranê û bi piştevaniya Fedrasiyona Komeleyên Kurdî li Danîmar - FKKD,  li Kopenhagin a paytexta Danîmarka yê bi durişma Jin jîyan Azadî, Jin Jîyan Kurdistan û Jîna pêşenga jînê, hêlîna raperînê, xwepêşanedenekî girseyê pêkhat.

Girse li pêşîya meydana Îstasîyona Sivanemolin berhev bû. Û ji wê bi qasê rêya kîlomêtreyekî meşî gihîşte ber konsolxaneya Îranê. Xwepêşandan bi sirûda Neteweyî û deqeyekî bo canê pak yên şehîdên azadî û rigarîya doza Kurdistanê destpê kir.

Di xwepêşanadnê de  li gel peyama Navenda Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, gelek peyam hatin xwendinê. Di nav pêşkêşkerên peyaman de zêdebûna gelek rêkxirabên sîyasî û mirovî yê Danîmarkî balê kişand.

Di dawîya xwepêşandanê de, Jinan pûşî/laçikên xwe û ala Îranê bihev re şewitandin.

Xwepêşandan bi şîarên Jin Jîya Azadî. Jin Jîyan Kurdistan.   Jîna Pêşenga jînê, Hêlîna Raperînê, Qedîya.

Herwiha, îro li gelek welatên Ewropa bi heman helwestê gelek xwepêşandan hatine pêkhanînê..

RN/danîmarka

24.09.2022

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in