Jimara sêyem ya Kovara Kubarê hat weşandin

Kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hejmara xwe ya sêyem weşand.

 

Kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hejmara xwe ya sêyem weşand. Kovara ku bi awayekê dijîtal tê çapkirin bi hejmarekê nûpinû û cîyawaz li pêşberî xwînerên xwe ye. Di hejmara nû da li ser babetên dîyet, yoga, mitbex û şiroveyên remlan hatîye rawestandin. Her wiha bi modeleke Kirmanşahî Atûsayê re jî hevpeyvînek hatîye kirin.

Li ser navê edîtorên Kubarê; Ayşenur Ozel û Leyla Arisoyê nivîsa edîtoryayê wiha hatîye weşandin; “Xwendevanên hêja yên Kovara Kubarê, piştî demeke dirêj hejmara me ya sêyem derket. Di vê hejmare de naveroka me dîyet, yoga, mitbex, şiroveyên remlan û gelek tişten ku hûn bixwînin û biceribînin hene. Me bi modeleke Kirmanşahî Atûsayê re hevpeyvînek jî kir. Em li ser karûbarê wê axivîn. Dîyetisyen Zelîha Avag ji bo mirov havînê miqatî tenduristîya xwe be nivîsek amade kir. Di vê hejmarê em li ser yogayê jî axivîn, yoga çi ye, peyva yogayê ji ku tê. Ji xeynî vê Leyla Xanim ji bo me xwarin çêkir. Hûn jî dikarin wan xwarinan çêkin. Her wiha mijarên me yên vê hejmarê bi vî awayî rengûreng e.”

Ji bo hejmara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin; https://kubarkovar.files.wordpress.com/2020/08/kubar-3.pdf

Navnîşanên medyaya sosyal ya Kubarê;

Twitter: KUBAR

Instagram: kubar_ekovar


Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan