Ji Wezareta Pêşmerge daxuyanî: Artêşeke bihêz a Kurdistanê tê avakirin

.

Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî civiyan û pêngavên yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj kirin.

Piştî civînê Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, “Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Berpirsê Tîma Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Kolonel Brandstetter û Berpirsê Ofîsa Hevahengiya Asayişê li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Kolonel Gavîn Rice, di civînê de amade bûn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di civînê de nirxandineke berfireh li ser pêşketinên dawî yên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekgirtin û rêxistinkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya her du warên serkirdatiyê de, hate kirin.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, “Ev destpêka qonaxeke nû ye di Wezareta Pêşmerge de, bi armanca avakirina artêşeke bihêz a Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc