Ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hevpeyvîn û roja îmzeyê

WeqfA Îsmaîl Beşîkçî(IBV) di 7ê berfanbara 2019an bi beşdarîya nivîskar Ruşen Arslan hevpeyvîn û roja îmzeyê lidardixe.

Navenda Nûçeyan- WeqfA Îsmaîl Beşîkçî(IBV) di 7ê berfanbara 2019an bi beşdarîya nivîskar Ruşen Arslan hevpeyvîn û roja îmzeyê lidardixe.

Di derheqê hevpeyvîn û roja îmzeyê IBV wiha got:

Gotineke bi vî awayî heye: " Ne bi rîyê ne jî bi xirqeyê mirov dibe feylezof." Ne rî ne jî xirqeyê Hoste Nîyazî hebû. Lê ew di çavê rewşenbîrên Kurd de feylezofê gel bû. Bûyerên civakî û sîyasî kes nikarîbû mîna wî bi awayeke xwerû, hêsan û bibandor vegota. Helbet ev taybetmendî mehsûlê zanistî û zîrekîyê ne. Taybetmendîyeke  hemû serpêhatîyên ku behsa wî tê da derbas dibûn ev bûn ku hem mirov dikenand hem jî difikirand. Ji ber vê yekê sîyasetmedar û nîvîskarên Kurd, hez dikin ku  nivîs û axaftinên wan, bi serpehatîyên Hoste Nîyazî were xemilandin. Nivîskar Ruşen Arslan di vê pirtûkê da ev çar nifş in behsa dirûnkarên welatparêz ên Kurd, di nav têkîlîya hoste û şagirtan de Hoste Nîyazî yê nifşê sêyemîn dike.

 

Dîrok: 7 Berfanbar 2019 Şemî

Seet: 17:30

Nivîskar: Rûşen Arslan

Moderator: Sirri Ozbek

Zimanê Çalakîyê: Tirkî

Cih: Hola Berbankê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist