Ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê  meşa Newrozê û  belavkirina belavokên hilbijartinê

Tifaqa Welatperwer û Demokrat, îro 20ê Adarê, digel Namzetê xwe yê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M.Feyyaz Ekmenî, li caddeya Dîyarbekirê, bi sitranên Newrozê belavok belav kirin û Newroza Batmanê pîroz kirin.

Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Batmanê M.Feyyaz Ekmen îro (20.03.2019) li  'Caddeya Diyarbakir'a Batmanê ku caddeya herî dirêj û qalabalix e, ligel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Cîgirên Serokê Giştî yên PAKê Nurullah Tîmur û Kasim Ergun, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê bi awayekî girseyî  belav kirin. Herwiha Newroza gelê Batmanê pîroz kirin. Di dema belavkirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî bi taybetî marş û stranên li ser Newrozê û yên niştimanî li nav bajêr de belav dibûn.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li ser Caddeya Diyarbakir a Batmanê di wexteke ku nêzîkî 4 saetan  de bi hezaran belavok  belav kirin. Gel û esnafên Batmanê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetê serbixwe û girseya Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Meş û belavkirina belavokan ên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ya li Batmanê bi awayekî girseyî û peywendîyên yekser bi gelê Batmanê re, hêvî û heyecana netewî, niştimanî  geştir kir.

Gelê Batmanê ev e bi salan e deng û reng û çalakîyeke bi vî rengê xwe yê Kurdistanî, netewî nedîtibû.

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî