Ji Sedir peyameke tund bo kuştina elewiyên Sûriyê: Bê helwest nabim!

.

Rêberê Tevgera Sedir a Şîeyên Iraqê, Muqteda Sedir hişyariyeke tund ji bo bûyer û dîmên kuştina Elewiyên berava Sûriyê da û rêveberiya nû ya Sûriyê hişyar kir.

Muqteda Sedir got, ew li hember wê xwînrijandina li Sûriyê bê helwêst nabe û diyar kir, “Divê hikûmeta nû ji tundiya hizra mezhebî xwe dûr bigre, ji bo ku behsa DAIŞîbûna wan û terorê neyê kirin.”

Sedir got: “Berê min destwerdan li pirsa şoreşa Sûriyê ya dijî dîktatoriyê nekir, lê nikarim bêdeng bim û li hember wê bê helwest bim li hember wê xwînrijandina li şeqamên Sûriyê em dibînin.”

Sedir teqez kir: “Pêwîste li Sûriyê hemû alî di daxuyaniyên xwe de hişyar bin, ji bo ku rewş ji vê xerabtir nebe.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê