Ji Rûsyayê hişyarîya ”Şerê DYA-Îranê”

Cîgirê Wezareta Derva ya Rûsyayê Sergey Ryabkov, DYA dawetê berpirsîyarîya pêngavên bê aqilane yên ku dê li dij Îranê bavêje dike û dibêje,”Rewşa di navbeyna herdû welatan de di hevsengîya qeyrana şer de ye û ev yek gelek xeternak e”

Cîgirê Wezareta Derva ya Rûsyayê Sergey Ryabkov, DYA dawetê berpirsîyarîya pêngavên bê aqilane yên ku dê li dij Îranê bavêje dike û dibêje,”Rewşa di navbeyna herdû welatan de di hevsengîya qeyrana şer de ye û ev yek gelek xeternak e”

Cîgirê Wezareta Derva ya Rûsyayê Sergey Ryabkov li Soçî yê, li ser îdiayên Serokê DYA Donald Trump ku ”duh  ji bo şerê ezmanî ya li dijî  Îranê  biryar daye û di demekî kin de ji vê  biryara xwe vegerîya ye”, ji bo rojnamevanan nirxand.

Ryabkov a ku, DYA yê bi berzkirina rakêşîya Kendavê sûçdar dike û dibêje; ”Herêmê dikişîne nav valahîya şerê heyî. Ez wiha  difikirim ku, herçend Pentagon bereksê wî îdîa bike jî  ew dizanin ku em behsa çi dikin”.

Ryabkov dibêje, ew bûyerên ku li derûdorê Îranê diqewimin fikarê dide û wiha dinirxane; DYA dawetê berpirsîyarîya pêngavên bê aqilane yên ku li dij Îranê bavêje dike. Rewşa di navbeyna herdû welatan di hevsengîya qeyrana şer de ye û eva gelek xeternak e”.

Rojnameya Amerîkî New York Times (NYT), di nûçeya xweya ku, li ser beyanên hinekî kesên payebilind yên berpirs yên navên wan ne dîyarkirî de îdîa dike ku ”Trump di dema dawî de ji biryara xwe ya êrîşa hember Îranê vegerîya”.
 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin