Ji qehweya kurdan tenê etîket ma

Berî bi sed salî ‘Qehweya Kurdan’ hebû. Li Fransayê ji 1800’î û pê ve 100 salî bazirganîya wê hate kirin. Bi avabûna Komara Tirk re ev qehwe jî bi zorê û xapê kirin ‘Tirk’.

Navenda Nûçeyan- Cureyekî qehweyan ku berî avabûna Komara Tirk hebû û bi nasnameya kurdan bû, piştî avabûna dewleta Tirk hate înkarkirin. Qehweya Kurdan ku îro navê wê kirine ‘qehweya menengiçê (qehweya kizwanan)’ li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Êlihê dihate hilberandin, Osmanî lê xwedî derketin û despêka sedsala 20’an li Ewropa û gelek deverên cîhanê firotin.

 

Divê mirov qehweya kizwanan bi wê qehweyê re tevlîhev neke, ku tê gotin bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, cara pêşî li Yemenê hatîye çêkirin û bi erebî jê re ‘Elqahwah’ tê gotin.

 

Qehweya Kurdan di navbera salên 1830 û 1930’î de li Fransayê bi navê ‘Chicorée au Kurde’ hate firotin. Piştî ku dewleta Tirk hate damezirandin, hilberandina ‘Chicorée au Kurde’ hate rawestandin û navê wê kirine ‘Qehweya Tirkan’.

 

Ev kevneşopîya qehweyê û çanda wê 2013’yan bi navê ‘Qehweya Tirkan’ kete nav Lîsteya Mîrateyên Siruştî ya Navneteweyî ya UNESCO’yê. Yanî UNESCO jî şirîkê vê dizî û xapê ye.

 

Di qehwa kizwanan de kafeîn tune. Li ser etîketa wê ya ku destpêka sedsalê li Fransayê dihate firotin wêneyê şervanekî kurd heye. Ji qehweya kurdan a ku li Fransayê dihate hilberandin tenê etîketa wê maye. Ew etîket hê jî li ser înternetê bi temsîla çand û hilberandina serdemê tê firotin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê