Ji PDKê daxuyanî bo Kerkûkê

Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê ragihand ku divê hemû partiyên siyasî ji bo Kerkûkê bi hev re tevbigerin.

Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê ragihand ku divê hemû partiyên siyasî ji bo Kerkûkê bi hev re tevbigerin.
Çavkaniyekî ji Konseya Serokatiyê ya PDKê di derbarê Kerkûkê de ji medya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku di mijara Kerkûkê de divê tu aliyên siyasî muxalefetê nekin.
Wê çavkaniyê diyar kir ku yek ji girîngtirîn karên hikûmeta Kurdistanê ew e ku li mijara Kerkûkê hûr bibe û divê hemû alî li Kerkûkê xwedî derkevin.
Çavkaniyeke ji Komela Îslamî jî axivî û xwest ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berî her tiştî diderbarê  mijara Kerkûkê de bixebite û da xuyan ku ev pirsgirêkên  li bajêr ger berdewam bibin dê ew bajar ji dest derkeve.


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist