Ji PAK û PSKê Civîna Di Derbarê Tifaqa Netewî de

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) û Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) li Amedê civîna di derheqê tifaqa netewî de civînekê lidar dixin.

 

Rêzdar, 

Wek tê zanîn em wek miletê Kurd û gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dijwar da derbas dibin. Gelê me û welatê me Kurdistan di bin zext û dorpêçandineke piralî da ye. Jibo tekbirin û şikandına nîrê zilm û zordarîyê, pêkanîna tifaqeke berfireh a neteweyî û demokratîk wek erkeke dîrokî lê pêşberê me sekinandîye. Di pêkanîna kareke wisa da perpirsîyarîyeke mezin dikeve li ser milê me tevan. 

Çendek berê di civinekê, ku bona vê armancê hatibû, amede kirin, me bihevra li ser meseleyê hanê bîr û baweriya xwe pêşkeşê hevdu kiribû.

Di vê civînê da, ku me amade kiriye hezdikin em mijara tifaka neteweyî û demokratik bi awayeke şênber nîqaş bikin. Em pêşniyar dikin, ku nîqaşên me li ser xalên jêrîn bên çêkirinê.

1. Armanca Tifaqa Neteweyî 

2. Şiklê Tifaqa Neteweyî 

3. Jibo pêkanîna Tifaqa Neteweyî nexşerêyeke çawa ûwd. 

Beşdariya we di civina hanê da wê me dilxweş bike.

Ji nuha ve ji bo beşdarîya we gelek spas dikin. 

Tarîx: 12.01.2020 

Seet: 12 00-17 00 

Cîh: Otel Plaza, li kêleka Şaredarîya Mezin/Amed 

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist