Ji Mustafa Ozçelîkî peyama Newrozê

Serokê Giştî yê Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, bi hilkefta cejna Newrozê peyamek belav kir û Newroz pîroz kir:

"Newroz Pîroz Be

Newroz di rêya azadî, serxwebûn û rizgarîyê de bila bibe destpêkeke nû.

Bi minasebeta Newrozê careke din em dibêjin 'Ji şer re na, ji çareserîya siyasî re erê'.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi xebatên xwe û bi pêşewazîya germ a gelê me, hêvîyên me geştir dike.

Belê, gelê me ne bê çare û ne bê alternatîf e.

Bi hestên azadîxwaz, netewî, niştimanî; bi hêvîya xweşî û aramîyê Newroza gelê me pîroz dikim."

21.03.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist