Ji Mustafa Ozçelîk pîrozbahî bo Serokê PSKyê Mesûd Tek

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Ozçelîk, bi minasebeta lidarxistina Kongreya 2em a PSKyê nameyeke pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê PSKyê Birêz Mesûd Tek re şand.

Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)Birêz Mustafa Özçelik, bi minasebeta lidarxistina Kongreya 2em a PSKyê nameyeke pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê PSKyê (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê) Birêz Mesûd Tek re şand. Ev jî teksta vê nameyê ye:

“Jibo Serokê Giştî yê PSKyê  Birêz Mesûd Tek

 

Serokê Birêz

 

Di demeke hesas a ku li welatê me û li Rojhilata Navîn  rûdanên girîng rûdidin de, PSKyê Kongreya xwe ya 2em li dar xist û cenabê we jî careke din wek Serokê Giştî yê PSKyê hat  hilbijartin.

 

PSK  di doza azadîya welatê me de, cîhekî xwe yê girîng heye. Jiber careke din hilbijartina cenabê we ya jibo Serokatîya PSKyê, ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên partîya me, cenabê we û Kongreya we  pîroz dikim.

 

Em di wê bawerîyê de ne ku biryarên Kongreya we jibo pêşdebirina peywendîyên di navbera partîya me û partîya we de û herweha jibo pêşdebirina hevkarî û tifaqeke berfireh ya netewî û demokratîk de dê roleke girîng bilihîzin.

 

Bi vê bawerîyê, serkeftinê ji cenabê we û ji hemû rêvebir û endamên partîya we re  dixwazim.

 

Li gel rêzên xwe”

01.03.2020

 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist