Ji Mesrûr Barzanî bertekeke tund: Biryara dadgehê eletewş e

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Biryara îro ya 'dadgeha federal' eletewş e.”

Dadgeha Federal a Îraqê doh biryara radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Kerkûkê bi demkî ragirt.

Dadgehê biryar piştî daxwaza parlamenterê Ereb ê Kerkûkê Wesfî Asî Hisên da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser Xyê ragihand, “Biryara îro ya 'dadgeha federal' eletewş e.”

Dadgeha Federal a Îraqê ragihand:

“Biryara radestkirina baregehê ya ku ji aliyê Serokwezîr ve hatiye dayîn, heta doza ku li dijî wê biryarê neyê çareserkirin, dê bê ragirtin.”

Biryara dadgehê piştî wê yekê hat dayîn ku roja şemiyê di demjimêr 17:00an de Kurdan li dijî girtina rêya Hewlêr-Kerkûkê xwepêşandan kirin.

Di xwepêşandanan de 4 xwepêşanderên Kurd bi gule hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatine şehîdkirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Xwepêşandanên Kurdan piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê 27ê Tebaxa 2023yan li ber navenda Fermandariya Operasyonên Hevbeş rêya Kerkûk û Hewlêrê girtin dest pê kir.

Xwepêşandêrên ku hin ji wan xwe weke endamên grûpên çekdar ên Şîeyan didin nasîn, naxwazin baregehên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê bi cih bûne radestî PDKyê bikin û PDK vegere Kerkûkê.

Kurdistan Haberleri

Rubio: “Herkes ji me didize ji ber em yê herî baş in”
Parlamenterên Kurdistanê meaş werdigirin lê naxebitin: 10 milyar dînar û 100 daîre
Neteweyên Yekbûyî bi rêya Rûdawê xwest cezayê îdamê yê ciwanê Kurd bê rawestandin
Rejîma Îranê di du mehên dawî de 21 kes îdam kirine û zêdetirî 4000 kes jî desteser kirine
Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê