Ji Lemanê 'Vahşî Guneydogu'

Kovara Lemanê kirina polîsekî ya li Nisêbînê bi gotina "Vahşî Guneydogu" (Başûrêrojhilat ê Wehşî) kir berga xwe.

Navenda Nûçeyan - Çend roj berê li Nisêbîrê polîsan bi çek bera zarokên biçûk dan, yekî ji wan çek di dest de heta ber derî dû wan baz da û zarokekî girt bir heta ber derve. Zarok gelek êşîya, girîya, derûnîya wî xira bû. Hinên ku wê demê li malên xwe amade bûn ev kirin bi telefonên xwe kişandibûn û piştî ku ji ser tora civakî re belav bû û bertek mezin bûn der barê polîsî de lêpirsîn hat dest pê kirin. Kovara qerfî Lemanê jî di vê hejmara xwe de berga xwe ji bo vê mijarê veqetand.

Kovarê sernavê "Vahşî Guneydogu" (Li DYA'yê cihên kovboyan hebû ku ji wir re digotin "Vahşî Bati/Rojavaya Wehşî, kovarê ji vê îlham girtîye) bikar anî.
Di vê navberê de ev hejmara niha em qal dikin 13'yê mehê li bayîyan e.

Vaye ew berg...

 

 

Dîyarname

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist