Ji Îranê daxuyaniya ewil a derbarê hilbijartinên Amerîkayê de: “Ji bo me ferq nake”

.

Berdevkê Hikûmeta Îranê Mihaciraniyê di nirxandina hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de got, “Em ji serketina Trump a ji nû ve, ne nîgeran in. Ji bo me ferq nake bê ka ji her du namzetan kîjan bi ser ketiye.”

Îranê têkildarî hilbijartinên ku namzetê serokê Partiya Komarî û serokê berê Donald Trûmp li DYAyê daxuyaniyek da ku serkeftina xwe îlan kir. Berdevka Hikûmetê Fatma Mihaciraniyê diyar kir ku encamên hilbijartinê dê siyaseta giştî ya her du welatan neguherîne.

Mihaciraniyê piştî civîna lijneya wezîran bersiv da pirsên endamên çapemeniyê.

Muhaciraniyê got, “Hilbijartinên serokatiyê yên li Amerîkayê zêde eleqeya xwe bi me re nîne. Ji ber ku polîtîkaya giştî ya DYA û Îranê sabît e. Ger yek li şûna yê din bê hilbijartin jî dê zêde tişt neyê guhertin.”

Derbarê ragihandina serkeftina Donald Trump de jî got, “Em ji serketina Trump a ji nû ve ne nîgeran in. Ji bo me ferq nake bê ka ji her du namzetan kîjan bi ser ketiye.”

Wê her wiha got: “Encamên hilbijartinên Amerîkayê bandorê li jiyana rojane ya îraniyan nake”

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist