Ji hunermendên her çar perçeyên Kurdistanê albûmeke Zazakî: Vengê Royî

Hejmarek hunermend û stranbêje Kurd hatin ba hev û ji berhemên helbestvanê Kurd Kadir Buyukkaya albûmek bi navê “Vengê Royî” amade kirin.

Navenda Nûçeyan - 10 hunermendên Kurd ên ji her perçeyên Kurdistanê, ji bo Zazakî ku Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) xistîye nav lîsteya  “Atlasa Zimanên Jêr Metirsîyê yên Cîhanî” (Atlas of the World’s Languages in Danger), hatin ba hev û albumek nû derxistin.

Hunermendên navborî çend berhemên nivîskarê Kurd Kadir Buyukkaya ku niha li Holandê dijî, weke albûm belav kirin.

Albûm ji alîyê Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman (Deutsch- Kurdisches Kulturinstitu) ve hate amadekirin û Hakan Akay aranjor û produktoruya albûmê kirîye.

Hunermendên di albûmê de cih girtine û stranên hatine xwendin ev in: Beser Şahin: Şewê Dergî (Şevên Dirêj), Gulseven Medar: Wazena (Dixwaze), Hanî Mojtehedî: Yara Mi (Yara Min), Kerem Sevinç ve Tara Mamedova: Se Vajî (Çi Bibêjim), Mehmet Akbaş: Xalê Mi (Xalê Min), Mikaîl Aslan: De Vajê (Dê Bibêje), Rojda: Nameyê Keyneke (Navê Keçkê), Sasa: Ewro-Meşt (Îro-Sibe) ile Xumxumê (Dilber) ve Xêro Abbas: Sewl Teng o (Sola Teng).

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin