Ji Hevkarîya Partîyên Kurdistanê Daxuyanî

Hevkarîya Partîyên Kurdistanê li Elmanya gazî serbestberdana bilez ya birêz Bekir Topgider ji hikûmeta Tirkîyê dike

Navenda Nûçeyan- Birêz Bekir Topgider, hemwelatîyê Elman, endamê encûmena rêvebirî ya Komeleyên Kurdistanê li Elmanya (KOMKAR), li roja 12.11.2019'an, ji hêla karbidestên Tirkîyê ve bi awayekî bêserûber di dema çû serdana Tirkîyê hate binçavkirin, û daweteke girtinê li roja 19.12.2019'an li dijî wî bi tometbarîya endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate derxistin, ku birêz Topgidar heta nivîsandina vê daxuyanîyê hin jî di girtîgehê de ye.

Hevkarîya Partîyên Kurdistanê li Elmanya bi tundî girtina bêseruber ya birêz Topgider şermezar dike, û tometbarîya li dijî wî red dike bi dûr ji rastîyê dide zanîn, çimkî birêz Topgider yek ji damezrênerên KOMKARê ye û endamê rêveberîya wê ye , banga çareserîya aştîyane û demokratîk ya doza kurdî li Tirkîyê dike, û rêkên leşkerî û têkoşîna çekdarî red dike, herwiha ku di mijarê mafê mirovan û pêdagirîyê li ser pêkvejîyanê, aşitîxwazîyê û wekhevîyê di navbera hemû şênîyên li Elmanya û Ewropayê dike.

Hevkarî ji bo serbestberdana birêz Topgider bang li hikûmeta Tirkîyê dike û herwiha bang li hikûmeta federalî ya Elmanya û wezareta karên derve ya federal dike ku hemû rîyên dîplomatîk bikar bîne ji bo serbestberdana birêz Bekir Topgidar û vegera li nav malbata xwe li Elmanya.

Hevkarîya Partîyên Kurdistanê li Elmanya

Koln 25.12.2019

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir