Li Tirkiyê heft rojnamevan bi sedema « propagandaya terorîzmê » hatin ceza kirin
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) ku ji Stembolê radighêne, heft rojnamevanên ku di rojnameya nêzîkî kurdan Ozgur Gundem a ku hatiye girtin de dixebitîn bi tawanbariya « propagandaya terorizmê » hatin ceza kirin.
Her heft rojnamevan jî di rojnameya Ozgur Gunemê de dixebitin. Hêjayî gotinê ye ku ojnameya navborî jî bi biryarnameyekê, di sala 2016-ê de, bi tawanbariya propagandayê PKK ku li dijî Dewleta tirkî șerê çekdarî dike.
Li ser hev 24 rojnamevanên Ozgur Gudemê di çarçoveya « propagandaya terorizmê » de hatine darizandin û ji wan heft kes, ku gerînendeya rojnamê Eren Keskî û Huseyin Aykol ji di nav wan de ne, di rûniștina roja sêșemê de, bi cezayê hefsê yê ji 15 ta 45 mehan hatin ceza kirin.
Heta niha gelek rojnamevan û nivîskarên ji ber beșdariya kampanyaya piștgiriyê bi Ozgur Gundemê re hatine darizanin an zindanî kirin.
Piștî darbeya biserneketî ya 2016ê, Tirkiye ji ber girtina rojnamevan û medyayan, ji alî rêxistinên azadiya çapemeniyê diparêzin ve misêwa bi tiliya tê nîșan dan û îxbar kirin.
Li gor tesnîfa Rêxistina rojnamevanên sînor nenas, Tirkiye ciyê 157-an li ser 180-yî digre.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist