Ji DIAKURD'ê Banga piştgiriya kampanyaya îmzeyan ya ji bo ziwanê Kurdî

DIAKURD: XWEDÎ LÊ DERKETIN Û PIŞTIVANÎKIRINA KAMPANYA ZIMANÊ KURDÎ ERKÊ HEMÛ KURDISTANIYAN E

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxwaza fermîbûna zimanê kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê ku, zaningeh ji di nav de, namek vekirî ji bo dam û dezgehên peywendîdar li Tirkiyê û ji bo gelek sefaretên welatan re şandine. 

Kampanya 22.2.2021 sebaret bi roja zimanê zikmakî destpê dike. Armanca Kampanyayê berhevkirina ne kêmî 1 mîlyon imza ye.

Bi hêvîya xwedî lê derketin û piştivaniya hemû Kurdistaniyan ji bo vê kampanyê.
Kampanya bi van hevokan destpêdike.

”Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya “bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê”

Komiteya Damezrandina Konfederasyona Kurdên Dîaspora

 DIAKURD

http://www.rupelanu.com/d/file/kampanya-zimane-kurdi.pdf 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin