Ji destpêka Cotmehê ve heya niha 65 kes li Efrînê hatine girtin

Ji destpêka Cotmehê ve heya niha 65 kes li Efrînê hatine girtin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku grûpên çekdar ên opozsiyona Sûrî, ku ser bi Tirkiyê ne, di binpêkirinên xwe de, li Herêma Efrînê û bakurê Sûriyê berdewam in.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji destpêka Cotmehê ve û heta niha, çekdarên ser bi Tirkiyê, 67 kes li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî neyasayî girtine, û navên wan girtiyan jî hatine belgekirin.

Li gor zanyariyên heman navendê, di Îlona bihorî de, li Herêma Efrînê 78 kes ku 5 ji wan jin in, ji aliyê grûpên çekdar ve hatin girtin û navên wan hatin belgekirin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, hejmar ji wê yekê jî bêhtir e, ji ber ku hinek malbatan nexwestiye navên girtiyên wan bêne ragihandin ji bo ku ziyan negihêje kesûkarên wan.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje, ji 18ê Adara 2018an ve heta niha, girtina 6 hezar û 890 kesî hatiye belgekirin û 129 kes li hemû navçeyên bakurê Sûriyê yên di jêr kontrola Tirkiyê de, bi sedema îşkenceyê canên xwe ji dest dane.

Herêma Efrînê zêdetirî 2 salan e ku di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wî welatî de ye.

Tirkiyê di destpêka sala 2018an de di jêr navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adara heman salê de herêm xistin bin kontrola xwe.

Ji wê demê ve heta niha gelek binpêkariyên mezin weke kuştin, revandin, îşkencekirin, dizî û destdanîna ser milk û malên welatiyan di derheqê xelkê resen ên herêma Efrînê de ku Kurd in, hatine kirin û çendîn raport li dezgehên mezin ên medyayî yên navçeyê û cîhanê li ser wan binpêkariyan hatine belavkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan