Ji bo zelalkirina kuştina Hekîm Luqman şandeyek hat erkdarkirin

.

Parêzgariya Stenbolê ji bo kuştina Hekîm Luqmanê Dihokî bê ronîkirin şandeyeke erkdar kir.

Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxîvî ji aliyan 12 kesan kesan ve bi kêrê hat kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez derbarê bûyerê agahiyên herî dawî dan.

Omer Sonmez da zanîn ku Alîkarê Parêzgarê Stenbolê, Buroyên Cînayet û Asayîşê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li Tiba Edlî ya Stenbolê lêkolînê dikin.

Konsulxaneya Giştî yê Îraqê ya Stenbolê, ji bo bûyerê bişopîne diplomatê bi navê Tahir Resûl erkdar kir.

Resûl dê here Tiba Edlî ta Stenbolê û ji berpirsên Tirkiyeyê agahiyan wergire

Çi bûbû?

Karsazê bi navê Hekîm Luqman ê ji Dihokê, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da.

Duh bi şev 10-12 kesan ji ber bi Kurdî diaxivîn êrişî Hekîm Luqman û biraziyek û pismamekî wî kir.

Kesên ku êriş kirî ji cihê bûyerê reviyan.

Cenazeyê Hekîm Luqman ji bo otopsiyê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê girtin.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir