Ji bo Hemîdê Hecî Derwêş li ewropayê tazîye hat danîn

Ji bo Sekreterê PDPKSê têkoşerê mezin û bi rûmet mamoste Hemîdê Hecî Derwêş li Stockholmê tazîye hat danîn

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Swêd ya PDPKS tazîye ji bo  Sekreterê  PDPKSê têkoşerê mezin û bi rûmet mamoste Hemîdê Hecî  Derwêş li Stockholmê dar xist. Di tazîyê de gelek partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên her çar beşan beşdar bûn. Gelek axaftin li ser xebata Hemîdê Hecî  Derwêş hat kirin.

Peyamên ji alîyê gelek rêxistin, komele, kesayet hatibûn, hatin xwendin.

 

Li ser navê PDPKS, berpirsyarê Rêxistina Ewrûpa Azad Cegerxwin,  li ser navê HEVKARÎ, serokê wê Alî Jouma axaftin kirin. PAK  bi heyetek beşdarî tazîyê bû, Roza Kurdî peyama PAKê xwend û li ser xebata Sekreterê Giştî yê PDPKSê Hemîdê Hecî Derwêş rawestîya, xemgînîya  PDPKSê û gelê kurd parve kir.

 

 

Rûpela Nû Stockholm

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist