Ji bo Helebçeyê şaredariya Kinsington/Chelsea darek çand

Bi însiyatîfa cîgirê serokê şaredariya Chelsea Mohamed Baxtiyar, şaredariya Chelsea biryar girt ji bo bîranîna Helebçe û enfalê darek çand.

Roja 16ê adarê, rojvegera qetlîama Helebçeyê bi merasîmek û bi beşdariya parlamenterên Îngilîz, şaredarê Chelsea Marie Therese Rossi, Berpirsê KRGê ya Brîtanyayê Karwan Jamal Tahir, serokê kevn yê şaredariya Harringe Ali Gül Özbek li parka Holand darek çand. Di merasimê de hin hemwelatîyên li Londonê dijîn beşdar bû.

Di merasimê de Baxtiyar axaftinek kir, balê kişand li ser qetlîama Helepçeyê û keraseta ku hatiye serê Kurdistaniyan. Baxtiyar di axaftina xwe de destnîşan kir ku rewş hîn nehatiye guhertin. Li gel fedekarî û qahremaniya Kurdan li hember DAÎŞê Kurdistan di bin xeteriya qetlîam û wêraniyên nuh e.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist